08:59 15/4/2015 |
|
Karkerên BEDAŞ'ê, BYUAŞ'ê, Maltepeyê û Tersaneya Tuzlayê ya ku li Stenbolê li ber xwe didin û di grevê de ne bi kelecaneke mezin li benda cejna 1'ê Gulanê ne. Serokê Sendîkaya Limter-Îş'ê Kanber Saygili anî ziman ku karker dê di roja 1'ê Gulanê de wêneyê jiyana nû xêz bikin û piştî 7'ê Hezîranê jî dê di avakirina jîyana nû de cihê xwe bigirin.
|
20:09 14/4/2015 |
|
300 karkerên Xana Komirê yên li navçeya Oltuya Erziromê bê sîgorta û rûhset dixebitîn, ji bo mafê xwe biparêzin li ber Walîtî û Şaredariya Erziromê çalakî pêk anîn.
|
11:19 14/4/2015 |
|
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku bi pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiya çareser bibe divê HDP li meclîsê be û ji bo HDP bendavê derbas bike divê hemû kes piştgiriyê bide û wiha got: "Divê tu karker û sendîka deng nedin hikûmeta heye."
|
12:32 13/4/2015 |
|
Rûniştina doza karesta Somayê ya 301 madenavan jiyana xwe ji dest da bi protestoyên malbatan dest pê kir û dadgehê biryara bersûcên girtî bînin dadgehê da.
|
11:34 13/4/2015 |
|
Yekemîn rûniştina doza karaseta 301 madenvanan jiyana xwe ji dest da ya Somayê bi tevlîbûna malbatên madenvan, 37 bersûcên negirtî tên darizandin û sedan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dest pê kir. Piştî tesbîta nasnameyan malbatên xwestin li salona dadgehê bi bersûcan re rû bi rû bên heyeta dadgehê protesto kirin. Serokê heyetê navbera da rûniştinê û salon terk kir û bertekên malbatan berdewam dikin.
|
13:31 08/4/2015 |
|
Şaxa Genel Îşê êrîşa li ser ajokarê otobusa şaredariyê Ahmet Budak şermezar kir.
|
16:24 05/4/2015 |
|
- Malbatên Karkerên Lêgerîna Edaletê çalakiya xwe ya 40'emîn a "Nobeta Wijdan û Edelatê" li dar xistin û balkişandin ser dozên cînayetên kar ên di meha nîsanê de pêk hatin û xwestin ku 28'ê nîsanê li Tirkiyeyê bibe "Roja Şînê û Bîranîna Kesên di Cînayetên Kare de Jiyana Xwe Ji Dest dan"
|
09:11 04/4/2015 |
|
Navçeya Elbakê ya Wanê ya di warê ereziyan de duyemîn navçeya mezin e ji ber pirsgirêkên aborî û binesaziyê nikare bê çandin. Serokê Odeya Zîreatê ya Elbakê Rahmî Aşkan bilêv kir ku ji ber rewşa hewayê li navçeyê tenê dikarin genim û ceh biçînin û ji ber ku kanalên avê jî nîne cotkar di asta xizaniyê de ne û çandinî û sewalkarî hatiye asta tunebûnê.
|
14:10 01/4/2015 |
|
55 karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredayî Koç Holdîngê de dixebîtin û ji ber bûn endamên Gida-Îşê ya DÎSK'ê ji kar hatin derxistin bi daxwaza naskirina sendîkaya xwe li ber otela Dîvanê çalakiya rûniştînê li dar xist.
|
14:23 31/3/2015 |
|
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko der barê pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de daxuyanî da û wiha got: "Werin em bi hev re di Qada Taksîmê daxwazên xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê berz bikin."
|
12:39 31/3/2015 |
|
Zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyan bi malbatên xwe re hatin Îzmîrê di nava şert û mercên dijwar de di erdê ispanak, zeytûn û bacanê sor de tên xebitandin. Ji Komeleya Karkerên Demsalî yê Mezopotamyayê Oya Ocak bal kişand ser rewşa zarokên tên xebitandin û got ku zarok bi travmayên nû re rû bi rû ne
|
14:25 26/3/2015 |
|
Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê sirgûnkirina Endama Egîtîm Sen'ê Zehra Gurler a ku di dema berxwedana Gezî de li ser sîteyên civakî peyamên têkildarî berxwedanê de parvekirin derbarê wê de lêpirsîn hate vekirin, şermezar kir.
|
13:43 26/3/2015 |
|
Şaxa BES'ê ya Rihayê ji bo pirsgirêk û xwestekê kedkarên maliyê bînin ziman daxuyanî da çapemeniyê.
|
15:26 24/3/2015 |
|
Şaxa SES'ê ya Rihayê ji ber ku kêmasiyê xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dixebitin û helwesta rayedaran daxuyanî li dar xist. Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Bijîşk Reşat Dogan diyar kir ku kêmasiya xebatkarên tenduristiyê bi gelemperî ya Rihayê heye û bi taybetî jî kêmasîya herî zêde li Pirsûsê heye.
|
12:29 24/3/2015 |
|
Li navçeya Hezoya Êlihê şaredarê AKP'î 8 karkerên ku di şaredariyê de dixebitîn ji kar avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin li avahiya şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
|
08:24 21/3/2015 |
|
Karkerên BEDAŞ'ê yên ku bi sedema amûrên ewlehiya karê xwestine ji karê hatine avêtin çar demsal in li ber xwe didin. Karkeran da zanîn ku heta pirsgirêka wan neyê çareserkirin dê berxwedana xwe bidomînin.
|
15:08 18/3/2015 |
|
Şaxa SES'ê ya Amedê û Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên xizmetên civakî yên li Tirkiyeyê û zehmetiyên kedkarên xizmeta civakî daxuyanî da û xwestin dawî li van pêkanînan were.
|
08:59 17/3/2015 |
|
55 karkerên di Fabrîkaya Dîvanê ya giredahî Koc Holdîngê de dixebitin ji ber endamên Gida-Îş'a DÎSK'ê bûn ji kar hatine derxistin 28 rojîn li ber xwe dadin. Yildiz Koç ya ku ji bo mafê xwe li ber xwe dide anî ziman ku ew dixwazin sendikaya wan bê naskirin û vegerin ser kare xwe. Hayrettîn Ayhan jî yê ku ji kar hat derxistin bilêv kir ku ew di kotoya astengdariyê de dixebite lê disa bi zore wî di mesayiyê de dihelîn.
|
17:12 15/3/2015 |
|
11 karkerên di 11'ê adara 2012'an de li AVM Park a Marmara ya Esenyurtê dixebitîn di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
|
15:22 13/3/2015 |
|
Kedkarên tendûrîstiyê li tevahiya Tirkiyeyê ji bo şertên xebatkarên tendûrîstiyê û "bernameya vegera tendûrîstiyê" rojekê dest bi grevê kirin û di çarçoveya girevê de li gelek bajaran meş, daxuyanî hatin lidarxistin û polîtîkayên hikûmetê rexenkirin.
|