DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

09:01 13/9/2015
 
Paletiya fisteqan dest pê kir
Li Sêrtê paletiya fisteqan ku yek ji teamê herî bi qîmet û çavkaniya debarê ya herêmê ye, dest pê kir. Li bendê ye ku îsal li sêrtê 30 hezar ton fisteq bên komkirin.
09:02 31/8/2015
 
Heke pevçûn bidomin krîza aborî li ber derî ye!
Bi şerê ku Tayyîp Erdogan ji bo xeyala xwe ya serokbûnê li Kurdistanê da destpêkirin, pêvajoya çareseriyê hate rawestandin û bi şerê her diçe kûr dibe ve di qada aborî de krîzên mezin derket holê. Ji krîza aborî yek ji bajarê ku herî zêde bi bandor bû Wan e û li vir razemenî rawestiya. Serokê VANTSO'yê Nejat Takva rewşa krîzê nirxand û diyar kir ku heke wisabidome krîzekî aborî ya giştî li ber derî ye.
09:16 26/8/2015
 
Temellî: Krîza siyasî bandorê li ser krîza aborî kir
Tirkiye bi awayekî lez ber bi krîza aborî ve diçe. Parlementerê HDP'ê û di heman demê de jî aborînas Sezaî Temellî anî ziman ku qadên siyasî, îktîsadî û yên civakî be hev re girêdayiye. Temellî da zanîn ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê krîza siyasî ku li Tirkiyeyê derket holê krîzek mezeloq e û bandorê li ser krîza aborî jî dike û wiha got: "Nîşaneya vê yekê jî ku her kes jî hîs dike dovîz e. Di enflasyonê de bilindbûn, bûhabûna jiyanê, hêza stendinê daketin. Vana hemû bandor in."
09:00 19/8/2015
 
Dê fatureya hilbijartina pêşwext gel bide
Serokomar Receb Erdogan ku di hilbijartinên 7'ê hezîranê de nebû "Serokdewlet" dê faturaya planên hilbijartinê pêşwext ji gel bibirîne. Hinek çavkanî lêçûnên hilbijartinê 2 mîlyon û nîv hesab dikin, gelek aborînas jî di hilbijartinên pêşwext de lêçûnên ku pêk bên dibêjin dê faturaya wê 30 mîlyon TL be. Aborînas Mustafa Sonmez anî ziman ku dê maliyeta hilbijartinên pêşwext bandorek neyînî li ser gel bike û wiha got: "Ji ber ferzkirina hilbijartinê yê AKP'ê, dolar zêde bû, dê karkeran ji derxistina kar zêde bibin. Mûçeyên kar dakeve, bi mezinbûna pêşerojêre dahûtiya netewî kêm bibe.
09:10 12/8/2015
 
Hilberînêrên 'zêrên spî' di nav zehmetiyê de ne
Pembûya ku wekî 'zêra spî' ya herêma Çukurova yê tê binavkirin, dest bi hesada wê hat kirin. Lê ji ber ku buhayê mazot, zibil û derman buha bûye, êdî wekî berê pembû pere nake û hilberîner ji vê rewşê nerehetin. Hilberîner dan zanîn ku ew nikarin lêçûnên xwe jî pêşwazî bikin.
09:05 30/6/2015
 
Tarz û huner dendikê Amedê li Cîhanê belav dike
Dendikfiroşê bi navê A. Kadîr Alkoyun bi huner û tarza xwe ya qelandina dendikên zebeşên Amedê, dendikên Amedê li hemû parzemîna Amerîka, Avrupa û tevahiya Tirkiyeyê belav dike.
08:58 26/6/2015
 
Li Kurdistanê demsala palehiya genim hat!
Li Kurdistanê cotkarên ku genim çandine dest bi palehiyê kirin û zeviyên xwe diçinin. Hilberîner ji ber ku îsal baran barî piranî kêfxweş in lê ji ber lêçûnên zêde û pêkanînên DEDAŞ’ê jî bi gazinc in.
09:08 25/6/2015
 
Buhayê zebeşan li ser erd daketiye 10 qirûşan
Cotkarên Edeneyê ji ber ku hilberînên wan li bazaran bi buhayê dixwazin nayê firotin bi qazinc in. Herî zêde jî welatiyên zebeş çandine ji vê yekê bi gazinc in. Cotkaran diyar kir ku li gorî par îsal buhayê zebeşan gelekî kêm e. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Semîh Karademîr got ku her cotkarek li serê donimekê 2 hezar TL mesref kirine û anî ziman ku cotkar kîloya zebeşan bi 35 qirûşan bifroşin jî dîsa di xisarê de ne.
09:07 05/6/2015
 
Polîtîkayên AKP’ê çandinî û sewalkarî têk bir
Ji ber polîtîkayên AKP’ê yên çandinî û sewalkariyê coktar gelekî mexdûr bûne û hatine asta îflasê. Cotkar nikarin krediyên kuj i bankayan digirin bidin. Berhemên xwe erzan difiroşin. Coktaran diyar kirin ku çandinî û sewalkarî “bêpolîtîkabûna” AKP’ê têk bir.
11:45 28/5/2015
 
Ji karsazên Amedê banga baldariyê
Karsazên Amedê têkildarî pêvajoya hilbijartinê de banga bihestiyarê kirin.
09:16 21/4/2015
 
Êdî bi AKP'ê re şivantî jî lûks e
Hin welatiyên Wanê yên betal ên havînê bi şivantiyê derbara xwe dikin diyar kirin ku ji ber polîtîkayên hikûmetê sewalkarî êdî ber bi tunevê diçe û ji xwe re kar peyda nakin.
02:00 01/1/1970
 
Hevsel ji Neolotîkê heta niha çavkaniya debarê ye
Baxçeyên Hevselê yên ku bajarê Amedê têr dikin kevneşopiya çandiniya serdema Neolotîk dide berdewam kirin. Welatiyê bi navê Ekrem Yazar 43 sal in kedê di ber Baxçeyên Hevselê de dide û debara malbata xwe bi çandiniyê dike û diyar kir ku keda wan kedek helal e, keda helal zehmet e lê xweş e.
09:10 07/4/2015
 
Welatîyên Kobanê: Em ji wî welatî bêzar bûne
Li Çukurovayê kedkar bi kedek mezin û heqekî kêm kar dikin. Welatiyên Kobanê ku ji ber DAIŞ'ê axa xwe terk kirin û li Edeneyê bi cih bûn, bi kedek zêde û heqekî erzan wekî koleyan dixebitin. Kobaniyan, anîn ziman ku ji welatê Çukurovayê bêzar bûne.
08:57 27/3/2015
 
KCD li Wanê ruh dide aboriya komînal
Komisyona Aboriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Wanê, ji bo aboriya komînal a bajar pêş bixe dest bi pêkanîna projeyan kir. Komîsyona aboriya komînal li hemû gund û navçeyên Wanê dest bi seravaniyê û çandina baxçeyan kir. Komîsyona KCD'ê dê di rojên pêş de 23 hezar û 500 şitlên darên team li welatiyan belav bike.
09:01 01/3/2015
 
'Em ê kooperatîfan li gorî pêdiviya gelê xwe ava bikin'
Li Amedê 473 avahiyên kooperatîfê û kooperatîfên hilberînê ji ber zagona bazirganiyê ji aliyê Midûriyeta Sicîla Bazirganiya Amedê ve hatine girtin. Serokê Odeya Bazirganiya Sendîqayê ya Amedê Ahmet Sayar diyar kir ku sedema girtina kooperatîfan ji bo ku ji gelan re xîzmet nekirin û hatine girtin.
09:00 22/2/2015
 
Marketên mezin dikanan yek bi yek daduqurtînin
Piştî erdheja li Wan û Erdîşê pêk hat, gelek dikan hilweşiyan û esnafan zerarek mezin dît. Piştî gelek dikan hilweşiyan, sermayeya kesk li Erdîşê dest bi vekirina rêzemarketên mezin kirin. Ji ber rêzemarketên mezin hatin vekirin dikanên biçûk yek bi yek têk diçin. Marketên mezin ku li nava dikanên biçûk tên vekirin yek bi yek dikanan daduqurtînin û wan tune dikin.
09:04 27/1/2015
 
'Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Heremê Fedaral a Kurdistanê baş bûye'
Endamê Hindekariyê Zanîngeha Dûhokê Serdar Mosa Sharif der barê petrola Kurdistanê û bazara cîhanê de axivî û diyar kir ku ji serê salê ve li Herêma Federal a Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê derdikeve. Sharif, îdîa kir ku hatina çeteyên DAIŞ'ê ji Herema Fedaral a Kurdistanê re baş bûye.
14:39 13/1/2015
 
Li Mêrdînê civîna aboriyê
Komsiyona Aboriyê ya KCD'ê û DBP'ê li Mêrdînê civîna xwe ya aboriyê li dar xist.
09:06 30/12/2014
 
Li Geverê ji ber sewqiyata leşkerî esnaf ber îflasê ne!
Piştî fermana serokwezîr polîs û leşker li navçeya Geverê ya Colemêrgê "terorê" pêk tînin û sewqiyatên leşkerî gel bêzar kir û esnaf jî ji ber hewldanên provokatîf ên leşker û polîsan zirara aborî dijîn.
09:00 25/12/2014
 
'Armanca me xizmetê ji herêmê re bikin'
Li Geverê 8 ciwan li şûna wekî karkerê înşatê biçin metropolên Tirkiyeyê û li wir bixebitin, bi pereyê bi deyn ji xizmên xwe wergirt çewlîga heywanan vekirin. Ciwanan diyar kirin ku armanca wan çewlîgê mezin bikin û kooperatîfê ava bikin.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN