DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gerîla ji bo piştgiriyê çû Kerkûkê

 
21 Cotmeh
11:57 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên xwekujî ku li Kerkûk û derdora wê dest pê kirin, ji bo piştgirî û ewlehiya bajêr komek gerîla giha Kerkûkê.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku ji çend aliyan de êrîşê navend û derdorê Kerkûkê kirin, hêzên gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo piştgiriya hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê gihan Kerkûkê. Dema ku hêzên gerîla gihiştin nav Kerkûkê hêzên pêşmerge li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava şer de bûn.

Têkîldarî şerê ku di navbera peşmerge û çeteyên DAIŞ'ê derketiye de hate hînbûn ku heta niha 13 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN