Gerîla ji bo piştgiriyê çû Kerkûkê 2016-10-21 11:57:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên xwekujî ku li Kerkûk û derdora wê dest pê kirin, ji bo piştgirî û ewlehiya bajêr komek gerîla giha Kerkûkê. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku ji çend aliyan de êrîşê navend û derdorê Kerkûkê kirin, hêzên gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo piştgiriya hêzên pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê gihan Kerkûkê. Dema ku hêzên gerîla gihiştin nav Kerkûkê hêzên pêşmerge li dijî çeteyên DAIŞ’ê di nava şer de bûn. Têkîldarî şerê ku di navbera peşmerge û çeteyên DAIŞ'ê derketiye de hate hînbûn ku heta niha 13 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. (sa)