DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şerê li Kerkûkê didome

 
21 Cotmeh
10:52 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Navenda Polîsan a Kerkûkê, gundê Emele Şeîbî, taxa Wahd Xuzîran û Hotêla Kerkûkê şerê ku derket didome.

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Navenda Polîsan a Kerkûkê, gundê Emele Şeîbî, taxa Wahd Xuzîran û Hotêla Kerkûkê kirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hin noqteyan kirin şerê ku derket didome Hat hînbûn ku li gundê Yermuk ê li eniya Daqûqê û gundê Qutan ê ser bi bajarokê Duzibê şerê navbera hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de didome.

Heya niha zêdetirê 6 çeteyan xwe teqandin û li taxa Dûmîz çeteyên DAIŞ’ê yên dinava çend avahiyan de xwe bicih kirine, li hêzên ewlehiyê gulan direşînin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN