Şerê li Kerkûkê didome 2016-10-21 10:52:01 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Navenda Polîsan a Kerkûkê, gundê Emele Şeîbî, taxa Wahd Xuzîran û Hotêla Kerkûkê şerê ku derket didome. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Navenda Polîsan a Kerkûkê, gundê Emele Şeîbî, taxa Wahd Xuzîran û Hotêla Kerkûkê kirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî hin noqteyan kirin şerê ku derket didome Hat hînbûn ku li gundê Yermuk ê li eniya Daqûqê û gundê Qutan ê ser bi bajarokê Duzibê şerê navbera hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de didome. Heya niha zêdetirê 6 çeteyan xwe teqandin û li taxa Dûmîz çeteyên DAIŞ’ê yên dinava çend avahiyan de xwe bicih kirine, li hêzên ewlehiyê gulan direşînin. (sa)