DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Erxeniyê qeyûm têk çû: Qeyûmê 3'yemîn jî îstifa kir

 
20 Cotmeh
14:50 2016

AMED (DÎHA) - Ji 3 qeyûmên ku li şûna endamên Meclîsa Şaredariya Erxeniyê wekî qeyûm hatibûn tayînkirin yê dawî jî îstifa kir.

Li Şaredariya Erxeniyê li şûna endamên meclîsa şaredariyê 3 qeyûm hatibûn tayînkirin. Piştî ku 2 qeyûman îstîfa kirin, yê 3'yemîn jî îstifa kir. Mustafa Yalçin ê ku li şûna endama meclîsa şaredariyê Sabiha Alçîçek a DBP'ê hatibû tayînkirin daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêş kir.

Duh jî Ramazan Hekûmoglu û Alî Îpek ên ku li şûna Hevşaredar Aygun Taşkin û endamê meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîh hatibûn tayînkirin daxwazanmeya xwe ya îstîfayê pêşkêsî Serokatiya Meclîsa Şaredariyê ya Erxeniyê kiribûn.

Bi îstîfaya qeyûmên sêyemîn ve li şaredariyê qeyûm neman.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN