Li Erxeniyê qeyûm têk çû: Qeyûmê 3'yemîn jî îstifa kir 2016-10-20 14:50:43 AMED (DÎHA) - Ji 3 qeyûmên ku li şûna endamên Meclîsa Şaredariya Erxeniyê wekî qeyûm hatibûn tayînkirin yê dawî jî îstifa kir. Li Şaredariya Erxeniyê li şûna endamên meclîsa şaredariyê 3 qeyûm hatibûn tayînkirin. Piştî ku 2 qeyûman îstîfa kirin, yê 3'yemîn jî îstifa kir. Mustafa Yalçin ê ku li şûna endama meclîsa şaredariyê Sabiha Alçîçek a DBP'ê hatibû tayînkirin daxwaznameya xwe ya îstifayê pêşkêş kir. Duh jî Ramazan Hekûmoglu û Alî Îpek ên ku li şûna Hevşaredar Aygun Taşkin û endamê meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîh hatibûn tayînkirin daxwazanmeya xwe ya îstîfayê pêşkêsî Serokatiya Meclîsa Şaredariyê ya Erxeniyê kiribûn. Bi îstîfaya qeyûmên sêyemîn ve li şaredariyê qeyûm neman. (sa)