Li Erxaniyê 2 qeyûman îstifa kir
19 Cotmeh
15:48
2016
AMED (DÎHA) - Ji 3 qeyûmên ku li Erxaniyê li şûna ednamên meclîsa DBP'ê hatibûn tayînkirin 2 qeyûman îstifa kir.
Ji 3 qeyûmên ku li navçeya Erxaniya Amedê li şûna ednamên meclîsa DBP'ê hatibûn tayînkirin 2 qeyûman îstifa kir. welatiyên bi navê Ramazan Hekîmoglu û Alî Îpek ên ji aliyê Walîtiya Amedê ve li şûna Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin û endamê meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîn ku ji 13'yê Îlonê ve girtîne hatibûn tayînkirin îstifa kirin û daxwaznameyên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Şaredariya Erxaniyê kirin.
Beriya niha jî qeyûmên ku li şûna endamên meclîsa DBP'ê tayînî şaredariyên Licê, Qelqelî û Bazîdê hatibûn kirin îstifa kiribûn.
(mb)