Li Erxaniyê 2 qeyûman îstifa kir 2016-10-19 15:48:53 AMED (DÎHA) - Ji 3 qeyûmên ku li Erxaniyê li şûna ednamên meclîsa DBP'ê hatibûn tayînkirin 2 qeyûman îstifa kir. Ji 3 qeyûmên ku li navçeya Erxaniya Amedê li şûna ednamên meclîsa DBP'ê hatibûn tayînkirin 2 qeyûman îstifa kir. welatiyên bi navê Ramazan Hekîmoglu û Alî Îpek ên ji aliyê Walîtiya Amedê ve li şûna Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin û endamê meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîn ku ji 13'yê Îlonê ve girtîne hatibûn tayînkirin îstifa kirin û daxwaznameyên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Şaredariya Erxaniyê kirin. Beriya niha jî qeyûmên ku li şûna endamên meclîsa DBP'ê tayînî şaredariyên Licê, Qelqelî û Bazîdê hatibûn kirin îstifa kiribûn. (mb)