DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Siyasetmedarên binçavkirî dê derxînin dozgeriyê

 
19 Cotmeh
12:39 2016

WAN (DÎHA) - 37 siyasetmedarên di operasyonên li hemberî HDP û DBP'ê de hatibûn binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn dê derxînin pêşberî Dozderiya Komarê ya Wanê.

Polîsan li Wanê di 12'yê Cotmehê de bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin û 49 kes binçav kiribûn, ji wan 12 kes hatibûn berdan û dê 37 kesên din derkevin pêşberî Dozgeriya Komarê.

Piraniya siyasetmedarên ku ev 7 rojin li TEM'ê tên girtin, hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê ne. Dê îro li dozgeriyê îfadeya 37 kesan bê girtin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN