Siyasetmedarên binçavkirî dê derxînin dozgeriyê 2016-10-19 12:39:23 WAN (DÎHA) - 37 siyasetmedarên di operasyonên li hemberî HDP û DBP'ê de hatibûn binçavkirin, piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn dê derxînin pêşberî Dozderiya Komarê ya Wanê. Polîsan li Wanê di 12'yê Cotmehê de bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin û 49 kes binçav kiribûn, ji wan 12 kes hatibûn berdan û dê 37 kesên din derkevin pêşberî Dozgeriya Komarê. Piraniya siyasetmedarên ku ev 7 rojin li TEM'ê tên girtin, hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê ne. Dê îro li dozgeriyê îfadeya 37 kesan bê girtin. (mb)