DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Antalyayê 3 kes hatin binçavkirin

 
19 Cotmeh
10:55 2016

ANTALYA (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên Antalyayê de 3 kes hatin binçavkirin.

Li Antalyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Di serdegirtinan de Berdevkê MEYA-DER'ê Ziya Yuce, endamê MEYA-DER'ê Ramazan Bîlen û aktîvîsta KJA'yê Berîtan Akalin hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a bajar.

Malbatên ku çûn midûryetê û xwestin derbarê kesên binçavkirî de agahî bigirin, hat diyarkirin ku midûryetê gotiye ku heta 5 rojên wan ên dibin çavan de neqede dê nikaribin agahiyekê bistînin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN