Li Antalyayê 3 kes hatin binçavkirin 2016-10-19 10:55:55 ANTALYA (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên Antalyayê de 3 kes hatin binçavkirin. Li Antalyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Di serdegirtinan de Berdevkê MEYA-DER'ê Ziya Yuce, endamê MEYA-DER'ê Ramazan Bîlen û aktîvîsta KJA'yê Berîtan Akalin hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan a bajar. Malbatên ku çûn midûryetê û xwestin derbarê kesên binçavkirî de agahî bigirin, hat diyarkirin ku midûryetê gotiye ku heta 5 rojên wan ên dibin çavan de neqede dê nikaribin agahiyekê bistînin. (mb)