Li dijî cerdevanan çalakî
19 Cotmeh
10:35
2016
AMED (DÎHA) - Li ser riya bejahiya Licê û Pasûrê li dijî cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan çalakî pêk hat cerdevanek mir û gelek cerdevan jî birîndar bûn.
Li ser riya bejahiya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê li dijî maşîneya cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de cerdevanek hat kuştin û gelek cerdevan jî birîndar bûn.
Maşîneya rastî êrîşî hat ket asta xûrdebûnê û piştî buyerê gelek polîs, ambulans û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê buyerê hatin kirin.
(bg)