Li dijî cerdevanan çalakî 2016-10-19 10:35:46 AMED (DÎHA) - Li ser riya bejahiya Licê û Pasûrê li dijî cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan çalakî pêk hat cerdevanek mir û gelek cerdevan jî birîndar bûn. Li ser riya bejahiya navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê li dijî maşîneya cerdevanên ji operasyonê vedigeriyan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de cerdevanek hat kuştin û gelek cerdevan jî birîndar bûn. Maşîneya rastî êrîşî hat ket asta xûrdebûnê û piştî buyerê gelek polîs, ambulans û ekîbên agirkujiyê sewqî cihê buyerê hatin kirin. (bg)