DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan bi ser HDP û DBP'ê de girtin

 
18 Cotmeh
15:31 2016

COELMÊRG (DÎHA)- Polîsan li Colemêrgê bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin.

Li Colemêrgê polîsan bi awayekî hemwext bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan dema civîna gel a têkîldarî kongreya DBP'ê ya 25'ê cotmehê li avahiyê hebû bi ser avahiya DBP'ê de girtin. Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan li hemberî serdegirtinê nerazîbûn nîşan da. Polîsan biryara lêgerînî nîşan dan û kontrola nasnameyan kirin. Kolana ku avahiya DBP'ê li wir e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Li avahiya HDP'ê jî lêgerîn didome.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN