Polîsan bi ser HDP û DBP'ê de girtin 2016-10-18 15:31:26 COELMÊRG (DÎHA)- Polîsan li Colemêrgê bi ser avahiyên DBP û HDP'ê de girtin. Li Colemêrgê polîsan bi awayekî hemwext bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan dema civîna gel a têkîldarî kongreya DBP'ê ya 25'ê cotmehê li avahiyê hebû bi ser avahiya DBP'ê de girtin. Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan li hemberî serdegirtinê nerazîbûn nîşan da. Polîsan biryara lêgerînî nîşan dan û kontrola nasnameyan kirin. Kolana ku avahiya DBP'ê li wir e ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Li avahiya HDP'ê jî lêgerîn didome. (sa)