Ji gundên qedexekirî agahî nayê girtin
AMED (DÎHA) - Li 14 gundên Amedê “qedexeya derketina kolanan” didome. Duh bi şev heta serê sibê tevgera helîkoptaran hebû û têkîliya bi gundan re hatiye qutkirin.
Piştî duh Walîtiya Amedê li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” da îlankirin ev du roj in qedexe didome. Duh bi şev heta serê sibê tevgera hewayî ya helîkoptêran pêkhat û hêj li heremê ev tevger didome. Li gundê Li gundan zextan leşkeran didome û li gel hemû zextan gelê heremê di nav berxwedanê de ye.
Şebeke û înternet hat qûtkirin
Ji duh êvarê ve li navenda Licê şebekeyên telefonan û xetên înteretê giran bûye.
hêza kişandina şebekeyên telefon û xetên înternetê giran buye. Her wiha li gundên qedxe lê hatiye îlankirin jî şebekeyên telefonan û xetên înternetê hatine qûtkirin. Têkiliya bi telefon û înternetê ya bi welatiyên gund re hatiye astengkirin û agahî ji heremê nayê girtin.
(rd/bg/sa)