Ji gundên qedexekirî agahî nayê girtin 2016-10-18 10:21:59 AMED (DÎHA) - Li 14 gundên Amedê “qedexeya derketina kolanan” didome. Duh bi şev heta serê sibê tevgera helîkoptaran hebû û têkîliya bi gundan re hatiye qutkirin. Piştî duh Walîtiya Amedê li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” da îlankirin ev du roj in qedexe didome. Duh bi şev heta serê sibê tevgera hewayî ya helîkoptêran pêkhat û hêj li heremê ev tevger didome. Li gundê Li gundan zextan leşkeran didome û li gel hemû zextan gelê heremê di nav berxwedanê de ye. Şebeke û înternet hat qûtkirin Ji duh êvarê ve li navenda Licê şebekeyên telefonan û xetên înteretê giran bûye. hêza kişandina şebekeyên telefon û xetên înternetê giran buye. Her wiha li gundên qedxe lê hatiye îlankirin jî şebekeyên telefonan û xetên înternetê hatine qûtkirin. Têkiliya bi telefon û înternetê ya bi welatiyên gund re hatiye astengkirin û agahî ji heremê nayê girtin. (rd/bg/sa)