DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

18 Cotmeh
09:00 2016

*Serokê Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli tespîtên girîng kir. Glattlî nirxandina "Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze tiştên li Cizîrê qewimî veşêre û bi awayekî stratejîk kundan ji qadên jiyanê qut dike û dide koçberkirin" kir.

* Li Şirnexê welatiyên ku li dijî êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê malên xwe neterikandin ligel ku tîmên taybet bi zanebûn boruyên avê teqandin jî 3 mehan bêav li ber xwe dan.
Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm diyar kir ku, ji ber çêkirina bendav û HES’yên li ser Çemê Goksûyê, Delltaya Goksûyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye û xwest dmeildest tevdîr bên girtin.

* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, li Rojhilata Navîn û li Kurdîstanê gelê kurd û piştevanên wan, li cîhanê çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wan î sereke li dijî destkeftiyên kurda ye.

* Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê girtiyê bi navê Ozgur Azad Încî di bin nezareta bijîşkan de rastî îşkenceyê hatiye.

* Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, ji bo 23 radyo û TV’yan kampanya dan destpêkirin. Her wiha dê girtî, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK dê name û faksan jî ji bo gelek saziyan bişînin.

* Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî zozanên xwe neterikandin, rêwîtiya wan î vegerê dest pê kir.

* Şervan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Antalyayê ev 3 meh e bi awayekî kêfî li hucreya yek kesiyî di bin tecrîdê de ye, ji bo dawî li van sepandinên kêfî bê dest bi gireva birçîbûnê kir.

* Li Êlihê, Abdûlvahap Asma ê ku bi salan Mudurtiya Nivîsgehiya Taybet a waliyê Êlihê yê berê Salîh Şarmanî kir û di dema peywirdariya xwe de beşdarî înfazan dibû û ji bo vê yekîneyên taybet ava kiribû, niha wek qeyûm tayînî Alîgiriya Serokê Şaredariya Êlihê bû.

* Li Wanê piştî erdheja ku pêk hat, ji ber sozê ku AKP da û bi cih neanî ev 5 sala depremzede di konteyniran de dijîn û dixwazin pirsgirêka wan bê çareserkirin.

* Li Geverê wargeha Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin.

* Nûnerên komeleyên elewî û ermenan ên ku li dijî pêkûtiyên arasteyî çapemeniya kurd û muxalif bertek nîşan dan wiha got: “Bi girtina TV û radyoyayan, dixwazin di civakê de dengê kesim û baweriyên cihê bitepisînin.”

* Îsam Ceylan (36) ê ku bi firotina nanî debara zarokên xwe dikir, ji 29'ê hezîrana heta niha winda ye. Dayika Ceylan, Selîme Ceylan diyar kir ku ev 5 meh e ew tu agahiyê ji kurê xwe negirin û got, kurê wê di dest kî/ê de be bila wî berdin

* Hêzên demokrasî û kedê yên ku di nav de Basin-Îş, KESK jî hene ji bo balê bikişînin li ser nehiqîqûyên li Tirkiyeyê dê li ber Edliyeya Stenbolê "Nobeta Azadî û Edaletê" bigirin. (12.30) BI DÎMEN E

* Hevşaredariya Hezroyê dê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dayuxaniyê bide çapeminiyê. (15.00)

POLÎTÎKA

* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê di civîna koma partiya xwe de biaxive.

JIN

* Jinên Şirnexê yên ku ev 7 meh e ji neçarî ji bajarê xwe derketine û jiyana xwe di konên li derdora Şirnexê de didomînin, li gel hemû şert û mercên zor û zehmet jî, peyama berxwedanê dan.
Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.”

* Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.”

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN