ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-18 09:00:23 *Serokê Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli tespîtên girîng kir. Glattlî nirxandina "Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze tiştên li Cizîrê qewimî veşêre û bi awayekî stratejîk kundan ji qadên jiyanê qut dike û dide koçberkirin" kir. * Li Şirnexê welatiyên ku li dijî êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê malên xwe neterikandin ligel ku tîmên taybet bi zanebûn boruyên avê teqandin jî 3 mehan bêav li ber xwe dan. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm diyar kir ku, ji ber çêkirina bendav û HES’yên li ser Çemê Goksûyê, Delltaya Goksûyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye û xwest dmeildest tevdîr bên girtin. * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, li Rojhilata Navîn û li Kurdîstanê gelê kurd û piştevanên wan, li cîhanê çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wan î sereke li dijî destkeftiyên kurda ye. * Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê girtiyê bi navê Ozgur Azad Încî di bin nezareta bijîşkan de rastî îşkenceyê hatiye. * Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, ji bo 23 radyo û TV’yan kampanya dan destpêkirin. Her wiha dê girtî, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK dê name û faksan jî ji bo gelek saziyan bişînin. * Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî zozanên xwe neterikandin, rêwîtiya wan î vegerê dest pê kir. * Şervan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Antalyayê ev 3 meh e bi awayekî kêfî li hucreya yek kesiyî di bin tecrîdê de ye, ji bo dawî li van sepandinên kêfî bê dest bi gireva birçîbûnê kir. * Li Êlihê, Abdûlvahap Asma ê ku bi salan Mudurtiya Nivîsgehiya Taybet a waliyê Êlihê yê berê Salîh Şarmanî kir û di dema peywirdariya xwe de beşdarî înfazan dibû û ji bo vê yekîneyên taybet ava kiribû, niha wek qeyûm tayînî Alîgiriya Serokê Şaredariya Êlihê bû. * Li Wanê piştî erdheja ku pêk hat, ji ber sozê ku AKP da û bi cih neanî ev 5 sala depremzede di konteyniran de dijîn û dixwazin pirsgirêka wan bê çareserkirin. * Li Geverê wargeha Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin. * Nûnerên komeleyên elewî û ermenan ên ku li dijî pêkûtiyên arasteyî çapemeniya kurd û muxalif bertek nîşan dan wiha got: “Bi girtina TV û radyoyayan, dixwazin di civakê de dengê kesim û baweriyên cihê bitepisînin.” * Îsam Ceylan (36) ê ku bi firotina nanî debara zarokên xwe dikir, ji 29'ê hezîrana heta niha winda ye. Dayika Ceylan, Selîme Ceylan diyar kir ku ev 5 meh e ew tu agahiyê ji kurê xwe negirin û got, kurê wê di dest kî/ê de be bila wî berdin * Hêzên demokrasî û kedê yên ku di nav de Basin-Îş, KESK jî hene ji bo balê bikişînin li ser nehiqîqûyên li Tirkiyeyê dê li ber Edliyeya Stenbolê "Nobeta Azadî û Edaletê" bigirin. (12.30) BI DÎMEN E * Hevşaredariya Hezroyê dê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dayuxaniyê bide çapeminiyê. (15.00) POLÎTÎKA * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê di civîna koma partiya xwe de biaxive. JIN * Jinên Şirnexê yên ku ev 7 meh e ji neçarî ji bajarê xwe derketine û jiyana xwe di konên li derdora Şirnexê de didomînin, li gel hemû şert û mercên zor û zehmet jî, peyama berxwedanê dan. Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.” * Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.” ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN *Serokê Koma Partiya Keskan a Swîsreyê Baltthasar Glattli tespîtên girîng kir. Glattlî nirxandina "Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze tiştên li Cizîrê qewimî veşêre û bi awayekî stratejîk kundan ji qadên jiyanê qut dike û dide koçberkirin" kir. * Li Şirnexê welatiyên ku li dijî êrîşên qirkirinê yê hêzên dewletê malên xwe neterikandin ligel ku tîmên taybet bi zanebûn boruyên avê teqandin jî 3 mehan bêav li ber xwe dan. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Mêrsînê Yilmaz Kîlîm diyar kir ku, ji ber çêkirina bendav û HES’yên li ser Çemê Goksûyê, Delltaya Goksûyê bi tunebûyînê re rû bi rû ye û xwest dmeildest tevdîr bên girtin. * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, li Rojhilata Navîn û li Kurdîstanê gelê kurd û piştevanên wan, li cîhanê çeteyên DAIŞ'ê teşhîr kirin û got ku, armanca Tirkiyeyê ne Mûsil e, armanca wan î sereke li dijî destkeftiyên kurda ye. * Hat diyarkirin ku, li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê girtiyê bi navê Ozgur Azad Încî di bin nezareta bijîşkan de rastî îşkenceyê hatiye. * Girtiyên PKK’yî yên li Girtîgeha Tîpa F a 2’yan a Kandirayê dimînin, ji bo piştevaniya bi çapemeniya azad re, ji bo 23 radyo û TV’yan kampanya dan destpêkirin. Her wiha dê girtî, ji bo 23 TV û radyoyên hatin girtin, di serî de RTUK dê name û faksan jî ji bo gelek saziyan bişînin. * Koçerên ku li gel şer û qedexeyên AKP’ê yên li Kurdistanê jî zozanên xwe neterikandin, rêwîtiya wan î vegerê dest pê kir. * Şervan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Antalyayê ev 3 meh e bi awayekî kêfî li hucreya yek kesiyî di bin tecrîdê de ye, ji bo dawî li van sepandinên kêfî bê dest bi gireva birçîbûnê kir. * Li Êlihê, Abdûlvahap Asma ê ku bi salan Mudurtiya Nivîsgehiya Taybet a waliyê Êlihê yê berê Salîh Şarmanî kir û di dema peywirdariya xwe de beşdarî înfazan dibû û ji bo vê yekîneyên taybet ava kiribû, niha wek qeyûm tayînî Alîgiriya Serokê Şaredariya Êlihê bû. * Li Wanê piştî erdheja ku pêk hat, ji ber sozê ku AKP da û bi cih neanî ev 5 sala depremzede di konteyniran de dijîn û dixwazin pirsgirêka wan bê çareserkirin. * Li Geverê wargeha Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadolûyê ya Selahaddîn Eyyûbî ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dagirkirin. * Nûnerên komeleyên elewî û ermenan ên ku li dijî pêkûtiyên arasteyî çapemeniya kurd û muxalif bertek nîşan dan wiha got: “Bi girtina TV û radyoyayan, dixwazin di civakê de dengê kesim û baweriyên cihê bitepisînin.” * Îsam Ceylan (36) ê ku bi firotina nanî debara zarokên xwe dikir, ji 29'ê hezîrana heta niha winda ye. Dayika Ceylan, Selîme Ceylan diyar kir ku ev 5 meh e ew tu agahiyê ji kurê xwe negirin û got, kurê wê di dest kî/ê de be bila wî berdin * Hêzên demokrasî û kedê yên ku di nav de Basin-Îş, KESK jî hene ji bo balê bikişînin li ser nehiqîqûyên li Tirkiyeyê dê li ber Edliyeya Stenbolê "Nobeta Azadî û Edaletê" bigirin. (12.30) BI DÎMEN E * Hevşaredariya Hezroyê dê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dayuxaniyê bide çapeminiyê. (15.00) POLÎTÎKA * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş dê di civîna koma partiya xwe de biaxive. JIN * Jinên Şirnexê yên ku ev 7 meh e ji neçarî ji bajarê xwe derketine û jiyana xwe di konên li derdora Şirnexê de didomînin, li gel hemû şert û mercên zor û zehmet jî, peyama berxwedanê dan. Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.” * Endama KOM’ê Gulsum Agaoglû diyar kir ku, di serdemên şerî de li dijî jinan şideta mêr-dewletê dikeve dewreyê ûw iha got: “Em wek hedef demokratîkbûyînî, rêxistinbûyîna ku ber bi aşitiyê ve diçe wek hedef ji xwe re esas digirin.”