DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Helîkopter çoltera Licê bombebaran dikin

 
17 Cotmeh
16:19 2016

AMED (DÎHA) - Çoltera gundê Mîşirfê ya Licê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin.

Ji aliyê Walîtiya Amedê ve piştî ku li 14 gundan qedexe hat îlankirin, helîkopter çoltera gundê Mîşirfê ya Licê bombebaran dikin. Der barê herêma ku tê bombebarankirin û dû bilind dibe agahî nehat girtin.

Li aliyê din gundê Mîşîrfê ji aliyê bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Hate hînbûn ku destur nayê dayîn ku welatiyên gund derkevin derve.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN