Helîkopter çoltera Licê bombebaran dikin 2016-10-17 16:19:40 AMED (DÎHA) - Çoltera gundê Mîşirfê ya Licê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin. Ji aliyê Walîtiya Amedê ve piştî ku li 14 gundan qedexe hat îlankirin, helîkopter çoltera gundê Mîşirfê ya Licê bombebaran dikin. Der barê herêma ku tê bombebarankirin û dû bilind dibe agahî nehat girtin. Li aliyê din gundê Mîşîrfê ji aliyê bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Hate hînbûn ku destur nayê dayîn ku welatiyên gund derkevin derve. (sa)