DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xebatkarên şaredariyê hatin berdan

16 Cotmeh
11:49 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê 3 xebatkarên şaredariyê yên ku 3 roj berê hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Li navçeya Cizîra Şirnexê 3 xebatkarên şaredariyê yên bi navê Îbrahîm Açan, Murat Dalga û Mehmet Aykaç ku 3 roj berê dema li ser kar bûn ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin hatin berdan. Piştî îfadeya Açan, Dalga û Aykaç a li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hat girtin ew derxistina dozgeriyê. Piştî li dozgeriyê jî îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan.

(kom/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN