Xebatkarên şaredariyê hatin berdan 2016-10-16 11:49:08 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê 3 xebatkarên şaredariyê yên ku 3 roj berê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li navçeya Cizîra Şirnexê 3 xebatkarên şaredariyê yên bi navê Îbrahîm Açan, Murat Dalga û Mehmet Aykaç ku 3 roj berê dema li ser kar bûn ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin hatin berdan. Piştî îfadeya Açan, Dalga û Aykaç a li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê hat girtin ew derxistina dozgeriyê. Piştî li dozgeriyê jî îfadeya wan hat girtin serbest hatin berdan. (kom/mb)