Li Colemêrgê bi sedan herêm hatin qedexekirin
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrg û gelek navçeyên wê li gel liv û tevgera li ser sînor gelek herêm wek “Herêmên Ewleyiya Taybet” hatin îlankirin û her wiha têketin û derketina sivîlan jî hat qedexekirin.
Li navenda Colemêrgê, navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê bi sedan herêm ji aliyê walîtiyê ve wek “Herêmên Ewleyiya Taybet” hatin îlankirin û li van herêman heta 28’ê cotmehê ketin û têketina welatiyan hat qedexekirin.
(red)