Li Colemêrgê bi sedan herêm hatin qedexekirin 2016-10-14 22:26:41 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Colemêrg û gelek navçeyên wê li gel liv û tevgera li ser sînor gelek herêm wek “Herêmên Ewleyiya Taybet” hatin îlankirin û her wiha têketin û derketina sivîlan jî hat qedexekirin. Li navenda Colemêrgê, navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê bi sedan herêm ji aliyê walîtiyê ve wek “Herêmên Ewleyiya Taybet” hatin îlankirin û li van herêman heta 28’ê cotmehê ketin û têketina welatiyan hat qedexekirin. (red)