DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyeta swêdî hat astengkirin

14 Cotmeh
16:21 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Leşkeran bi hinceta, "ewlehiyê" destûr nedan ku heyata ji Swêdê ya hat konên welatiyên Şirnexê û gel ziyaret bike.

Heyeta ku ji Ewropa hat û di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê û rojnameger jî hene xwestin şirnexiyên 7 meh in di konan de li ber xwe didin ziyaret bikin ji aliyê leşkeran ve li ber Qereqola Îkîzce hatin astengkirin. Leşkeran heyeta swêdî bi hinceta, "ewlehiyê" asteng kirin û destûr nedan ku ew derbasî nav konan bibe.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN