Heyeta swêdî hat astengkirin 2016-10-14 16:21:54 ŞIRNEX (DÎHA) - Leşkeran bi hinceta, "ewlehiyê" destûr nedan ku heyata ji Swêdê ya hat konên welatiyên Şirnexê û gel ziyaret bike. Heyeta ku ji Ewropa hat û di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê û rojnameger jî hene xwestin şirnexiyên 7 meh in di konan de li ber xwe didin ziyaret bikin ji aliyê leşkeran ve li ber Qereqola Îkîzce hatin astengkirin. Leşkeran heyeta swêdî bi hinceta, "ewlehiyê" asteng kirin û destûr nedan ku ew derbasî nav konan bibe. (kom/no)