DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Heyeta Swêdê hat Cizîrê

 
14 Cotmeh
12:46 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Heyeta ku di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê jî heyî taxên Cizîrê ziyaret kir.

Li navçeya Cizîra Şirnexê heyeta ku ji Ewropa hatî û di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê û rojnameger heyî Cizîr ziyaret kir. Piştî serdana rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê heyetê taxên berxwedan herî zêde lê çêbû Cûdî û Nûrê geriyan. Heyetê talana ku dewletê li taxan pek anî lêkolîn kir. Serokê Giştî yê Partiya Yeşîleran a Îsvîçreyê Balthasar Glattli da zanîn ku ew ê çawkanî û lêkolînên wan li Cizîrê kirî li Parlementoya Swêdê bînin ziman.

Piştre heyet ji bo ku Şirnexiyên 7 meh in li konan de li ber xwe didin ziyaret bikin derbasî bajaroka Dêrgûlê bûn.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN