Heyeta Swêdê hat Cizîrê 2016-10-14 12:46:14 ŞIRNEX (DÎHA) - Heyeta ku di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê jî heyî taxên Cizîrê ziyaret kir. Li navçeya Cizîra Şirnexê heyeta ku ji Ewropa hatî û di nav de Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swêdê û rojnameger heyî Cizîr ziyaret kir. Piştî serdana rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyê heyetê taxên berxwedan herî zêde lê çêbû Cûdî û Nûrê geriyan. Heyetê talana ku dewletê li taxan pek anî lêkolîn kir. Serokê Giştî yê Partiya Yeşîleran a Îsvîçreyê Balthasar Glattli da zanîn ku ew ê çawkanî û lêkolînên wan li Cizîrê kirî li Parlementoya Swêdê bînin ziman. Piştre heyet ji bo ku Şirnexiyên 7 meh in li konan de li ber xwe didin ziyaret bikin derbasî bajaroka Dêrgûlê bûn. (kom/no)