DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

19'emîn Civîna Stargehên Jinan sibê dest pê dike

14 Cotmeh
12:20 2016

EDENE (DÎHA) - 19'emîn Civîna Stargehên Jinan a ku îsal li Edeneyê tê lidarxistin bernameya xwe diyar kir.


19'emîn Civîna Stargehên Jinan li Edeneyê dest pê dike. Civîna ku yekem car di 1998'an de di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan hatibû lidarxistin îsal di 15-16-17'ê cotmehê de tê lidarxistin. Civîn dê bi malovaniya Komeleya Mala Parastinê û navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê ve li Şîrîn Park Otelê bê lidarxistin. Di civînê de mijarên wekî rêveberiyên herêmî ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li hemberî jinan de dikarin çi bikin û rêxistinên jinan çawa dikarin bi rêveberiyên herêmî ve têkîliyana daynin bên nîqaşkirin. Ev nîqaş dê di bin sernavê "Nêzîkatiyên Rêveberiyên Herêmî ye Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan, Bi Rêxistinên Jinan re Derfetên Yekîtiya Kar" bên kirin.

Bernameya civînê di 15'ê cotmehê roja şemiyê de saet di 08.45'an de dest pê dike, di 16'ê cotmehê roja yekşemê bi xebatên atolyeyan berdewam dike di 17'ê cotmehê roja duşemê bi aşkerakirina encamnameyê ve bi dawî dibe.


Rêxistinên jinan ên ku beşdarî civînê dibin ev in:

Komeleya Mala Stargehê û Navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê (AKDAM)

Komeleya Jiyanê ya Semsûrê (AKAYDER)
Komeleya Piştevanî û Navenda Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê
Komeleya Stargehê ya Jinê ya Sokeya Aydinê
Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Bodrumê
Piştevanî û Çanda Jinê ya Evka-1 a Bucayê (BEKEV)
Navenda Piştevaniya Jinê û Komeleya Nirxandina Keda Destan a Jinê ya Çanakkale (ELDER)
Komeleya Çandê la Jinê Evka-2 a Çîglî (ÇEKEV)
Komeleya Jinê ya Selîs a Amedê
Komeleya Jinê ya Ceren a Amed
Koma Piştevaniya Jinên Azad a Fethiye
Komeleya Jinê ya Gokkuşagi
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîr
Weqfa Piştevaniya Jinê
Weqfa Piytevaniya bi Jinan re (KADAV)
Komeleya Jinê ya Serbixwe a Mêrsînê (BKD)
Weqfa Stargehê ya Jinê a Mor Çati
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mor Salkim
Komeleya Jinê ya Mûşê (MUKADDER)
Komeleya Banê Jinê ya Mûşê
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê ya Rihayê

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN