19'emîn Civîna Stargehên Jinan sibê dest pê dike 2016-10-14 12:20:14 EDENE (DÎHA) - 19'emîn Civîna Stargehên Jinan a ku îsal li Edeneyê tê lidarxistin bernameya xwe diyar kir. 19'emîn Civîna Stargehên Jinan li Edeneyê dest pê dike. Civîna ku yekem car di 1998'an de di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan hatibû lidarxistin îsal di 15-16-17'ê cotmehê de tê lidarxistin. Civîn dê bi malovaniya Komeleya Mala Parastinê û navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê ve li Şîrîn Park Otelê bê lidarxistin. Di civînê de mijarên wekî rêveberiyên herêmî ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li hemberî jinan de dikarin çi bikin û rêxistinên jinan çawa dikarin bi rêveberiyên herêmî ve têkîliyana daynin bên nîqaşkirin. Ev nîqaş dê di bin sernavê "Nêzîkatiyên Rêveberiyên Herêmî ye Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan, Bi Rêxistinên Jinan re Derfetên Yekîtiya Kar" bên kirin. Bernameya civînê di 15'ê cotmehê roja şemiyê de saet di 08.45'an de dest pê dike, di 16'ê cotmehê roja yekşemê bi xebatên atolyeyan berdewam dike di 17'ê cotmehê roja duşemê bi aşkerakirina encamnameyê ve bi dawî dibe. Rêxistinên jinan ên ku beşdarî civînê dibin ev in: Komeleya Mala Stargehê û Navenda Piştevaniya Jinê ya Edeneyê (AKDAM) Komeleya Jiyanê ya Semsûrê (AKAYDER) Komeleya Piştevanî û Navenda Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê Komeleya Stargehê ya Jinê ya Sokeya Aydinê Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Bodrumê Piştevanî û Çanda Jinê ya Evka-1 a Bucayê (BEKEV) Navenda Piştevaniya Jinê û Komeleya Nirxandina Keda Destan a Jinê ya Çanakkale (ELDER) Komeleya Çandê la Jinê Evka-2 a Çîglî (ÇEKEV) Komeleya Jinê ya Selîs a Amedê Komeleya Jinê ya Ceren a Amed Koma Piştevaniya Jinên Azad a Fethiye Komeleya Jinê ya Gokkuşagi Komeleya Piştevaniya Jinê ya Îzmîr Weqfa Piştevaniya Jinê Weqfa Piytevaniya bi Jinan re (KADAV) Komeleya Jinê ya Serbixwe a Mêrsînê (BKD) Weqfa Stargehê ya Jinê a Mor Çati Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mor Salkim Komeleya Jinê ya Mûşê (MUKADDER) Komeleya Banê Jinê ya Mûşê Komeleya Piştevaniya Jinê ya Mala Jiyanê ya Rihayê (sa)