DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

3 kes li Amedê hatin girtin

14 Cotmeh
11:51 2016


AMED (DÎHA)
- Ji 4 welatiyên li navçeya Farqînê hatibûn binçavkirin jê 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 welatiyên bi navê Eyup Koşar, Abbas Nakçî û personelê Şaredariya Farqînê Mahfuz Taşkıran piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Dozeriyê piştî îfadeyê Taşkiran berda. Welatiyê bi navê Eyup Koşar û Abbas Nakçî jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtinê da û şandin girtîgehê.

Di heman dîrokê de welatiyê bi navê Yaşar Şimşek jî hat binçavkirin û piştî sewqî dadgehê hat kirin hat girtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN