3 kes li Amedê hatin girtin 2016-10-14 11:51:21 AMED (DÎHA) - Ji 4 welatiyên li navçeya Farqînê hatibûn binçavkirin jê 3 kes hatin girtin. Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 welatiyên bi navê Eyup Koşar, Abbas Nakçî û personelê Şaredariya Farqînê Mahfuz Taşkıran piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Dozeriyê piştî îfadeyê Taşkiran berda. Welatiyê bi navê Eyup Koşar û Abbas Nakçî jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman hincetê biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Di heman dîrokê de welatiyê bi navê Yaşar Şimşek jî hat binçavkirin û piştî sewqî dadgehê hat kirin hat girtin. (mae)