Qeyûm parêzer ji kar derxist
AMED (DÎHA) - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin Abdulkadîr Guleç ê ku parêzeriya şaredariyê dike ji kar derxist.
Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê ya Amedê hat kirin xebatkarên şaredariyê tasfiye dike. Qeyûm Kutuk ê ku beriya demekî îhaleya şîrketa taşeron fehr kir û 25 kedkar ji kar derxist peymana Abdulkadîr Guleç ê ku bi salan e li şaredariyê parêzeriyê dike jî fesh kir.
Sedema feshkirina peymana Guleç nehat hînbûn.
(sa)