Qeyûm parêzer ji kar derxist 2016-10-14 11:37:35 AMED (DÎHA) - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin Abdulkadîr Guleç ê ku parêzeriya şaredariyê dike ji kar derxist. Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê ya Amedê hat kirin xebatkarên şaredariyê tasfiye dike. Qeyûm Kutuk ê ku beriya demekî îhaleya şîrketa taşeron fehr kir û 25 kedkar ji kar derxist peymana Abdulkadîr Guleç ê ku bi salan e li şaredariyê parêzeriyê dike jî fesh kir. Sedema feshkirina peymana Guleç nehat hînbûn. (sa)