DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

4 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin

14 Cotmeh
10:42 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li gundê Setkar ê Elkê di serdegfirtina malan de 4 welatî bi heqaret û derbkirinê hatin binçavkirin.

Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê ku duh li dijî wesayîta zirxî ya leşkeran teqîn pêk hatibû 4 welatî hatin binçavkirin. Leşker û cerdevanên ku serê sibê bi ser malan de girtin welatiyên bi navê Sabrî Temel, Dervîş Temel, Salîh Temel û Ercan Temel bi heqaretê û derbkirinê xistin bin çavan.

Hate hînbûn ku her 4 welatî bi hinceta têkiliya wan bi teqîna duh pêk hatî re heye hatine binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Elkê tên ragirtin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN