4 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin 2016-10-14 10:42:40 ŞIRNEX (DÎHA) - Li gundê Setkar ê Elkê di serdegfirtina malan de 4 welatî bi heqaret û derbkirinê hatin binçavkirin. Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê ku duh li dijî wesayîta zirxî ya leşkeran teqîn pêk hatibû 4 welatî hatin binçavkirin. Leşker û cerdevanên ku serê sibê bi ser malan de girtin welatiyên bi navê Sabrî Temel, Dervîş Temel, Salîh Temel û Ercan Temel bi heqaretê û derbkirinê xistin bin çavan. Hate hînbûn ku her 4 welatî bi hinceta têkiliya wan bi teqîna duh pêk hatî re heye hatine binçavkirin û li Miduriyeta Polîsan a Elkê tên ragirtin. (kom/no)