DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Riya gund û gundikan bi xendekan girtin

13 Cotmeh
11:59 2016

COLEMêRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê piştî li dijî Qereqola Dûrê çalakiya bombeyî pêk hat leşkeran bi xendekan riya gundek û 3 gundikan girt.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî 9’ê mehê li dijî Qereqola Dûrê çalakiyek bi wesayîtek bombebarkirî pêk hat leşkeran rêya gundên Dêman û gundikên Meleviya, Tîsê û Hêlankê bi xendekan girtin. Ji ber qûtbûna rêya têkiliya navenda navçeyê û gundan pêk tîne welatî di cihên xwe de asê man.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN