Riya gund û gundikan bi xendekan girtin 2016-10-13 11:59:21 COLEMêRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê piştî li dijî Qereqola Dûrê çalakiya bombeyî pêk hat leşkeran bi xendekan riya gundek û 3 gundikan girt. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî 9’ê mehê li dijî Qereqola Dûrê çalakiyek bi wesayîtek bombebarkirî pêk hat leşkeran rêya gundên Dêman û gundikên Meleviya, Tîsê û Hêlankê bi xendekan girtin. Ji ber qûtbûna rêya têkiliya navenda navçeyê û gundan pêk tîne welatî di cihên xwe de asê man. (gka)