DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

HDP û DBP çûn sersaxiya kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan

12 Cotmeh
21:14 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Rêxistinên HDP û DBP’ê çûn sersaxiya welatiyên ku di teqîna li dijî Qereqola Dûrê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rêxistinên DBP û HDP’ê çûn sersaxiya welatiyên bi navê Oguz Uysal û Sînan Erbaş ên ku di encama teqîna li dijî Qereqola Dûrê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da bûn. Li gel rêvebirên HDP û DBP’ê, parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan jî serdana sersaxiyê kirin.

Xizmên welatiyên ku konê şînê li gundên Şapatan û Seransorê danîbûn, ji bo serdana rêxistinên DBP û HDP’ê spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Parlementer Zeydan, di sersaxiyê de axivî û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya şer hêsir her bariyan. Zeydan da zanîn ku pêvajoyên şerî zirarê dide her aliyan û divê demildest ji bo hêsir nebarin pêvajoya aşitiyê dest pê bike.

(gka/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN