HDP û DBP çûn sersaxiya kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan 2016-10-12 21:14:15 COLEMÊRG (DÎHA) – Rêxistinên HDP û DBP’ê çûn sersaxiya welatiyên ku di teqîna li dijî Qereqola Dûrê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê rêxistinên DBP û HDP’ê çûn sersaxiya welatiyên bi navê Oguz Uysal û Sînan Erbaş ên ku di encama teqîna li dijî Qereqola Dûrê ya Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da bûn. Li gel rêvebirên HDP û DBP’ê, parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan jî serdana sersaxiyê kirin. Xizmên welatiyên ku konê şînê li gundên Şapatan û Seransorê danîbûn, ji bo serdana rêxistinên DBP û HDP’ê spasiyên xwe pêşkêş kirin. Parlementer Zeydan, di sersaxiyê de axivî û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya şer hêsir her bariyan. Zeydan da zanîn ku pêvajoyên şerî zirarê dide her aliyan û divê demildest ji bo hêsir nebarin pêvajoya aşitiyê dest pê bike. (gka/red)