DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Şemzînanê ji TOMA'yê strana "Şehitler Olmez" bilind dibe

 
12 Cotmeh
14:43 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê wesayîta TOMA ya leşkerî ku di navenda sûkê de diçe û tê strana "Şehitler Olmez" lê dide.

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê ku di demên dawîn de bi şer re windahiyên leşkeran zêdetir bûn, TOMA'ya leşkerî strana Mustafa Yildizdogan a "Şehitler Olmez" lê dide. Welatiyên navçeyê ku wateyek nekarîn bidin strana bi dengek bilind ji TOMA'ya di navenda sûkê de diçe û tê şaş mane.

(gka/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN