Li Şemzînanê ji TOMA'yê strana "Şehitler Olmez" bilind dibe 2016-10-12 14:43:18 COLEMÊRG (DÎHA) - Li Şemzînanê wesayîta TOMA ya leşkerî ku di navenda sûkê de diçe û tê strana "Şehitler Olmez" lê dide. Li navçeya Şemzînana Colemêrgê ku di demên dawîn de bi şer re windahiyên leşkeran zêdetir bûn, TOMA'ya leşkerî strana Mustafa Yildizdogan a "Şehitler Olmez" lê dide. Welatiyên navçeyê ku wateyek nekarîn bidin strana bi dengek bilind ji TOMA'ya di navenda sûkê de diçe û tê şaş mane. (gka/mb)