Baroya Amedê rojnameger ziyaret kir
AMED (DÎHA) - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û endamên Lijneya Rêvebir a Baroyê çalakiya rojnamegeran ziyarek kirin.
Xebatkarên Van TV, ÎMC TV, Hayatin Sesi TV û Jiyan TV ên ku bi biryarnameya KHK'ê hatine girtin li Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kirin. Di roja 3'yemîn a de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û endamên Baroya Amedê rojnameger ziyaret kirin û peyama piştgiriyê dan.
Ozmen li vir axaftinek kurt kir û diyar kir ku li hemberî aliyên muxalşif êrîşên cidî hene û ev êrîş li hemberî mafê xwe îfadekirina azad pêk tê.
Ozmen, anî ziman ku çapemenî ji bo wan gelek girînge û wha got: "Wekî Baroya Amedê bi hemû hêza xwe em ligel we ne. Di aliyên hiqûqî de jî em ligel wene."
Piştre Nûnerê ÎMC TV yê Amedê Faruk Balikçi axivî û ji ber ziyaretê spasiyên xwe pêşkêşî Baroya Amedê kir.
Çalakî dê îro saet di 17.00'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.
(mb)