Baroya Amedê rojnameger ziyaret kir 2016-10-12 13:24:47 AMED (DÎHA) - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û endamên Lijneya Rêvebir a Baroyê çalakiya rojnamegeran ziyarek kirin. Xebatkarên Van TV, ÎMC TV, Hayatin Sesi TV û Jiyan TV ên ku bi biryarnameya KHK'ê hatine girtin li Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kirin. Di roja 3'yemîn a de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen û endamên Baroya Amedê rojnameger ziyaret kirin û peyama piştgiriyê dan. Ozmen li vir axaftinek kurt kir û diyar kir ku li hemberî aliyên muxalşif êrîşên cidî hene û ev êrîş li hemberî mafê xwe îfadekirina azad pêk tê. Ozmen, anî ziman ku çapemenî ji bo wan gelek girînge û wha got: "Wekî Baroya Amedê bi hemû hêza xwe em ligel we ne. Di aliyên hiqûqî de jî em ligel wene." Piştre Nûnerê ÎMC TV yê Amedê Faruk Balikçi axivî û ji ber ziyaretê spasiyên xwe pêşkêşî Baroya Amedê kir. Çalakî dê îro saet di 17.00'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bibe. (mb)