DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevserokên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin

12 Cotmeh
09:58 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Erxeniyê hevserokên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin.

Li Amedê piştî ku duh hevserokên DBP û HDP'ê yên Amedê û navçeyan hatin binçavkirin îro jî li navçeya Erxeniyê serdegirtin pêk hat. Hevseroka HDP'ê ya Erxeniyê Şafak Tuncer û Hevseroka DBP'ê yê Erxeniyê Sultan Karaoglan hatin binçavkirin. Li malên hevserokan lêgerîn tê kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Erxeniyê yê berê Ahmet Kinik jî duh serê sibehê hatibû binçavkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN