Hevserokên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin 2016-10-12 09:58:30 AMED (DÎHA) - Li navçeya Erxeniyê hevserokên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin. Li Amedê piştî ku duh hevserokên DBP û HDP'ê yên Amedê û navçeyan hatin binçavkirin îro jî li navçeya Erxeniyê serdegirtin pêk hat. Hevseroka HDP'ê ya Erxeniyê Şafak Tuncer û Hevseroka DBP'ê yê Erxeniyê Sultan Karaoglan hatin binçavkirin. Li malên hevserokan lêgerîn tê kirin. Hevserokê HDP'ê yê Erxeniyê yê berê Ahmet Kinik jî duh serê sibehê hatibû binçavkirin. (sa)